Pijan
Hevbaziya di sporê de ku bersinganê dikin. Guliştê. Zoranbazî. Dema ku xwîn ji pozê kesê bê.
Jîndar
Jîdar. Xwedî jî. Jîndar. Temendar.
Arîna
Ji regeza Arî. Hûrkirin û harîn. Navê çiyayekî herêma Hekariyê ye.
Erkan
Stûn. Paye. Koleke. Rext û alavên şer.
Rûpak
Xwedanavrû. Maqûl.
Obe
Komeke reşmalan.
Zivêr
Xemgîn. Tûre. Nerazî. Xwînşirîn.
Solav
Sûlav. Tavge. Sîlav. Seyrangehek e li Başûrê Kurdistanê.
Belalûk
Balûka ku li ser destê mirovan şîn dibe.
Şekraw
Ava şekirê. Şirîn wek şekirê.