Jaman

Zenga dêrê. Navê gundekî ye li Bakûrê Kurdistanê.

Alîn

Nêzîkbûn.

Kirmaşan

Yek ji bajarên kevnar ên Kurdistanê, ku berî serdema Sasaniyan hatiye avakirin.

Şesperr

Rêjnebarana tund. Barana boş. Navê gulekê ye. Tipla mezin.

Şede

Reştî. Kofiya ku ji Awrîşmê tê rêsan û gelek giran e.

Pêlû

Birjang.

Yasa

Qanûn. Ew deb û destûr û bingeh û rêkarên nav civakê ku ji aliyê dewlet û parlementoyê ve bo parastin û birêvebirina civakê tê danîn.

Saye

Sî. Sîber. Jenga hesin. Hêştirê (deweyên) naresen.

Serbilind

Kesê ku serî wî bilind û vijdana wî rihet e.

Jîleko

Navê çiyayekê ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!