Newzerr
Zêr û zîwê nû.
Bastê
Gundek e li ser sînorê di navbera Bane û Pêncwînê li rexê (Reşedê) li Başûrê Kurdistanê.
Rojan
Pirjimariya peyva rojê ye. Rojane.
Encam
Akam.
Olke
Melbend. Meydan. Qad. (Le olkey ciwaniya ger lafî şahî lê bidey lêt dê. Fayiq Bêkes).
Ramiyar
Şivanê pez. Agehdarê revda hespan. Siyasetzan.
Telar
Dîwexan.
Sariya
Navê çiyayekî ye li herêma Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê.
Qeraw
Şewnim. Xûnav. Xûsav.
Obe
Komeke reşmalan.