Lîloz
Beybûn.
Çakar
Rengê qehweyî. Qaweyî.
Tewar
Baza mê.
Caf
Navê hozeke navdar a Kurd in ku li du beşên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn.
Xayan
Katbirdin. Katgirtin. Wextgirtin.
Dotmam
Keçmam.
Şarîk
Kumdesmaleke jinan bû di zemanê berê de.
Lêşaw
Ava zêde û boş.
Pesar
Nizar. Ew cihê çiya ku sîber heye, û ba û baran nagire. Stargeha nêçîrvanan.
Daban
Navê gevrî yan girekî ye li pişt çiyayê Pîremegrûn li rexê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.