Mijgul
Bijang. Mijang.
Bistîk
Oşiya tirî.
Zaza
Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
Hawe
Bisûd. Behre. Bikarhatî.
Zelal
Saf û rohn bo avê. Rewan bo deng û stranan.
Sereta
Destpêk.
Wajam
Çiyayek e li Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê.
Bager
Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Çepke
Deskegul. Çepkegul.
Niyaz
Nezr û niyaz. Mana. Mebest. Arezû. Xeyala encamdana karekî.