Hawbîr
Hevbîr. Hevhizr. Hawrra.
Etreş
Ziraw. Zirav. (Ke çawim pê kewt le tirsa etreşim perrî. Wate dema ku min ew dît zirava min qetiya.)
Jîlwan
Jîlvan. Nobedarê agir.
Pesen
Li ber dilan. Hełbijarde. Hilbijartî.
Derîle
Deriyê piçûk. Gundekî nêzî gundê Binîder e li herêma Hewraman di navbera Sine û Merîwanê.
Hatan
Bext û şans.
Pelerîn
Giyayek e ku pelgên spî diweşîne.
Nermê
Dilbera nerm û bedew.
Zozan
Havînewar. Hawînehewar. Ew çiya û çiyastanên ku pezdar bo çêrandina pez û malatên xwe diçin wir.
Kezîn
Kezan. Keskan. Qezwan. Xemilandin.