Awesû
Kevirek ku aveke zêde di ser de derbas bûbe û mihiyabe. Çermek e ku di nav avê de datînin ku nerm bûbe. Mirovê ku şaşiyên xwe dubar bike.
Atrodat
Navê navdarekî Mad bûye di serdema berî deshilatdariya Hexamenişiyan bûye.
Şanîk
Nîşane. Belge. Şahid.
Karsaz
Kesê çaresaz. Kesê girêveker. Karçêker. Navekî Xwedê ye (Ey karsazê karan).
Kavar
Qeza. Bajarok.
Rasto
Rastgo.
Firêze
Cihê çandiniyê ku hatibe dirûn. Perêz.
Rondik
Rondikên çavan. Hêsirên çavan.
Fênik
Hênik.
Kejok
Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw.