Feraşîn
Bayê hênik ê havînê.
Cûdî
Çiyayekî Bakûrê Kurdistanê. Dibêjin gemiya hezretê Nûh li wir rawestiyabû û li Tewratê de jî behsê wê hatiye kirin. Di koka xwe de "Gotî" ye ku Ereban kiriye Cûdî.
Kars
Herzin. Herzinê gir. Danek e ku rengê wê wek rengê xalîşînkê ye û tama wê tehl e û saq û gula wê jî wek a cih e.
Cîhan
Dunya. Cehan.
Zêwer
Bedewî. Xemilandin. Xwedî pile û paye. Navê helbestvanekî Kurd bû li Başûrê Kurdisatnê.
Perîwar
Wek periyan.
Gulebax
Gula Mihemedî. Sorguleke bêhnxweş a buharî ye.
Sosan
Gundekî piçûk e li herêma Qurwe.
Pirhest
Pir ji hest.
Sarema
Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan.