Sînan
Navê tîreyeke Kurdan e ku çiqek in ji zazayan û li rojhilatê Xerpûtê li Bakûrê Kurdistanê dijîn.
Bakasiya
Navê bajarokekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin.
Xêwen
Xwedî. Xudan.
Kapo
Hêlûna baldaran.
Kurdiya
Risqê herzinê hûrkirî digel rûn.
Serwên
Serwîn. Serûpêç. Kumdesmal. Kilawdesmal. Kofî.
Hîdîka
Aram. Li ser hemdê xwe.
Şewbêr
Şewbiwêr. Şevnişîn. Şevbêrk.
Kovar
Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.