Araste

Di farsî de wate xemilandin. Lê di kurdî de wateyeke din heye wek: Silavên xwe araste dikim. Wate Ez silavên xwe jê re dişînim.

Tîjk

Tîşk. Tîroj. Tîrêj. Tav.

Roşna

Roşin. Rûnak. Ronahî.

Ahêr

Agir.

Kepran

Demsala hatina bo derve li gund. Dama dawiya buharê. Dema çûna bo zozanan. Dema danîna kepran.

Dama

Leyîzeke wek şetrencê ye. Di soranî de wate “Mat bû”.

Heliyan

Tiwanewe. Tawêreberd. Razeber.

Aniya

Di zaravayê kevn ê Kelhorî de tê wateya Şewnim. Xûnav.

Paprrîk

Cureyeke perperokê ye.

Şewreng

Kevirekî reş ê binirx e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!