Zirîwe
Çilvilîna stêrkê. Çirûska stêrkê.
Mawer
Bi kelhorî wate neyîne, nehîne, meyhêne.
Çîne
Rêzek ji dîwarê herî.
Berjene
Bere meşke. Rûnê meşkê.
Pere
Ew zewiya ku di dema kêlanê de nakeve ber gasin.
Elind
Elend. Spêde. Berbang. Şefeq.
Esay
kirrîn. Standin.
Şelîl
Qoxeke pêwendkirî ye ku ji qoxê piçûktir e.
Şêrwan
Navê gundekî mezin e ser bi Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê.
Niyar
Şanoger. Lezyîza ser şanoyê.