Zêrnîga
Lênihêrîna pir ji evînî. Mêzekirineke germ û agirîn.
Zaza
Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
Serkewt
Serkeft. Kesê di karê xwe de serkeftî bûye.
Cîran
Cînar. Hawsê.
Aran
Deşteke rast û text, Binkeya zivistanê a koçeran, Nerm, Êş û azar.
Perşin
Gundek e li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Gozel
Kewên gozel.
Aheng
Li hev civiyan bo cêjn û şahiyan. Şahî û dîlan di nav cêjn an merasimekê de.
Anahîta
Di pirtûka Avestayê de tê wateya pak û bêgerd. Anahîta Xwedayek e ku ji aliyê Ehûramezda û Zerdeşt ve jî rêz û hurmet jê re hatiye danîn. Anahîta çavdêriya ava hemû cîhanê dike.
Makoke
Cihê pir ji gul û giya. Çiyayekî herêma Bîtwênê ye li Başûrê Kurdistanê.