Anîk

Anîsk. Henisk. Henîsk. Dema kesek digel vê ku digirî îsk jî têne wî/wê.

Dûrhat

Kesê ji riya dûr hatibe.

Mardîn

Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.)

Şefeq

Spêde, berî rojderketinê

Rozî

Risq. Bijîw û risqê ku Xwedê bide.

Rojyar

Rojgar. Hetaw.

Lîna

Kûpeyê mezin ê şerabê.

Zirav

Nazik.

Bestore

Ew çemê ku di dema havînê de hişk be. Gundek e dikeve navbera Şeqlawe û Hewlêrê.

Avdar

Bo meha nîsanê tê bikahînan. Ava di bin darê de. Tiştê ku zêde av tê de hebe dibêjnê avdar.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!