Atrûsa
Wek Agir (Koka xwe de Avestayî ye).
Dilsoz
Dilsoj. Birehim. Dilovan.
Aryan
Ariyayî. Navê keça Mînos paşayê Yûnanê bû.
Amanc
Armanc, Mebest, Niyet, Nîşan. Merem.
Hêmin
Hêdî. Aram. Ser hemdê xwe.
Yakan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Mêroj
Mêroz. Nêçîrkirina kewê di demekê de ku li ser hêka rûniştiye.
Şikofe
Şigove. Pişkûj. Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî.
Ciwanro
Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Serbêr
Ew keça ku serê mîh an bizinê digire bo dotinê. Yekem ajala ku tê dotin.