Rojîta
Wek rojê ronahî.
Gijnîj
Pincareke xweş e ku davêjin nav risq de jî.
Nadî
Cihê bêhnvedanê.
Xurpe
Dilexurpe. Dilkutok. Dilekutê.
Werzane
Werzî. Demsalî.
Nemrût
Nemûrûd. Di zimanê Îbrî de tê wateya “bihêz”. Deshilatdarê herêmên Aşûr û Babil. Hindek dibêjin ew heman Gilgamîş e. Hindek dibêjin ew e ku hezretê Îbrahîm Xelîlulah avête nav agir de.
Rame
Ew hêka ku datînin bin mirîşkê de bona ku li cihekî din hêka neke.
Makwan
Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê.
Mîlan
Navê hozeke Kurd e ku li bakûrê bajarê Xoyê dijîn. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Lêzan
Karzan.