Kewela
Sewzepoş. Keskpoş. Serî heya binî kesk.
Şewên
Şewîn. Şewnim. Xûnav. Dema piştî baranê. Di heyveşevê de şivan keriyê pez ji hevdu vediqetînin. Cihê vehewiyana pez di dema şewê de. Çêrandina pez di dema şevê de.
Yarîn
Dost û girawî.
Newşîrwan
Navê yek ji paşayên Îranê bûye, ku wek Newşîrwan Adil dihate naskirin.
Êwet
Nojdar. Perestar. Çavdêrîker.
Şorrê
Bejnbilind. Bejnşorr. Serbendê straneke kurdî ye.
Ketwan
Çavdêr. Kiyan: Serwerî. Qewareya deshilatdariyê.
Sînor
Serhed. Hidûd. Sinûr.
Honas
Serpale di dema dirûna hasilê de.
Giravî
Dildarî. Hezkirina ji dil ve. Dezgirtî.