Dengbêj
Kilambêj. Dengbêj. Kesên ku bêy muzîk stranên gelêrî ên kevn dibêjin.
Biskole
Giyayek e ku dişibhe bisk û keziyan.
Sengaw
Hem gund û hem jî herêmek e li rexê Kerkûkê ku hoza Sengaw tê de dijîn.
Bałîne
Mezirgeya nanpatinê.
Memiyan
Mendok. Giyayek e. Kesê giran û xwedî exlaq.
Werzêr
Cotyar. Cotkar.
Jûjan
Piştî bêhaliyê dema mirov tê ser hişê xwe.
Çatme
Rawestiyana komeke nobedaran li cihekî.
Serwa
Qafiye.
Meran
Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.