Oyar
Hey yar. Ey yar. Serbendê straneke kurdî ye.
Mewjok
Giyayekî binikdarê tamşirîn.
Tawûs
Ew teyrê rengbireng ê bedew ku li cem Kurdên êzidî pîroz e.
Cêgir
Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Yanan
Dîwexan û cihê bêhnvedana giştî.
Erca
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê piştre hatiye teirîbkirin.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Keylan
Mînaka bedewiyê. Mînaka şeng û şepaliyê.
Ciwan
Bedew. Genc.
Şengol
Gelek kêfxweş û dilxweş. Pêkve zeliqîn.