Şewêr
Hişyar û li ser hest. Hestiyar.
Şekre
Şekrok. Giyayeke çiyayî ye.
Şareza
Beled. Zana di karûbaran de. Jidayîkbûyê şar (bajar).
Malmal
Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał.
Werdî
Piçûk. Zarok.
Sazan
Gundekî xweş û pir ji bax û baxat e li li başûrê rojhilatê Helebçeyê. Lihevkirin. Saçan. Saçiyan. Saziş.
Olke
Melbend. Meydan. Qad. (Le olkey ciwaniya ger lafî şahî lê bidey lêt dê. Fayiq Bêkes).
Rêwas
Şînahiyeke tirş e li çolê şîn dibe.
Oşîn
Giyayekî pelghûr e ku ajel wî giyayî naxwe.
Qerqaş
pezê spî ku dewra çavên wê reş in.