Mîrza

Kesê ku bizane bixwîne û binivîse. Emîrzade. Mîrzade.

Daban

Navê gevrî yan girekî ye li pişt çiyayê Pîremegrûn li rexê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Erxeyan

Xatircem. Dilniya. Bêxem. Arxayîn.

Xuşîlk

Giyayek e ku ger bişkênî, dê şîrê spî jê derkeve.

Feraş

Xizmetkar. Kesê ku nameyan digihîne.

Gulroj

Gula rojê.

Akam

Encam

Xomal

Taybet bi mala te bixwe.

Xerwa

Naneqeysî û nanehejîr. Girdeyek (kulêreyek) e ku di bin polên agir de dibirje.

Eniya

Şans. Bext. Enî. Navçav.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!