Binar
Quntar. Berbinî.
Qetof
Selika ku fêkiyan dixin tê de.
Şasiwar
Gewresiwar. Siwarê çalak. Siwarê bêwêne.
Ronî
Ronahî.
Armîn
Navê çiyayekî ye li Bane.
Şedelar
Kofîxwar. Îşare ye bi jineke xanûman û bedew ku şede (kofî) serê xwe alandibe.
Birîndar
Kesê ku birînek li ser laşê wî/wê hebe.
Mêroj
Mêroz. Nêçîrkirina kewê di demekê de ku li ser hêka rûniştiye.
Mahnûs
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
Awdêr
Kesê ku bax û zeviyên xwe av dide.