Neşim
Rêçûna naznazî.
Martiya
Li gor kevirnûsa çiyayê Bêstûn navê wî serdarê Kurd ê Îlamî ye ku li dijî Daryoş dest bi serhildanê kiribû.
Merd
Wêrek. Netirs. Kesê ku malê xwe bibexşe xelkê û destê destengan bigire.
Xoşevî
Xoşewîst. Hezkirî. Xoştivî. Li ber dilan.
Rojbîn
Kesê ku rojê dibîne.
Rexşan
Birîqedar. Biçirûsk.
Varsa
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Dilgeş
Dilxweş. Hêvî di dil de.
Nûjen
Nûçêkirî. Tiştê ku nû be.
Jîwar
Çawaniya jiyanê. Derbazkirina temen. Bijîw. Sedema jiyanê.