Estên

Wergir. Wek: (Toleestên).

Xetme

Jinên ku serê wan jî here, nimêja wan naçe.

Şekraw

Ava şekirê. Şirîn wek şekirê.

Argon

Sor û geş wek rengê agir.Arga: Agirdan. Awirge.

Mîlan

Navê hozeke Kurd e ku li bakûrê bajarê Xoyê dijîn. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.

Kako

Keko. Kake. Peyvek e bo axaftina digel birayê mezin tê bikarhînan. Birayê dayîkê. Xal. Çiqeke Kurdan e ku di navbera Sine û Kolyayiyê de dijîn. Tê gotin ku ew çiqa Kurdan paşmayiya çiqa Kasoyî bin, wate Kasoyî Akad. Navê pehlewanekî ye ku hevalê Kaweyê Hesinkar bûye.

Avbîn

Bînîna avê.

Şêro

Kurtkiriya navê Şêrzad e.

Jîlekan

Cihê agirê vemirandî.

Felat

Rizgarî. Xilasî. Azadî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!