Mamîsa
Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e.
Terçik
Keskatiya ter û taze. Keçên nazik û bedew.
Ate
Zarok vê peyvê wek hezkirin bo bav bi kar tîne.
Lîva
Berxê nûzayî.
Sînem
Sîmen. Tiştek ku ji zîwê hatibe çêkirin.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.
Erdena
Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne.
Ferhad
Biheybet. Navê dildarê Şirîn û qehremanê çîroka kurdî ya Şirîn û Ferhad e ku bi Ferhadê Lor navdar e. Wî kevirê Taqwesan a Kirmaşanê hilkolî.
Arasp
Serdarekî Mad bûye ku di zarokatiya xwe de digel Kuruş mezin bûye.
Mîlan
Navê hozeke Kurd e ku li bakûrê bajarê Xoyê dijîn. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.