Keya

Naznavê mêrên xwedîdeshilat. Koxa. Kaye.

Dilgeş

Dilxweş. Hêvî di dil de.

Koma

Wate kom. Girse. (Koma muzîkê).

Dewen

Dema darberû an darmaziyê dibirrî, lê koka wê dimîne û dîsan şîn dibe.

Bengîn

Kesê ku miriyê tiştekî be û bêy wî tiştî nekare bijî. Bengdar.

Gulaw

Gulav. Ava gulê.

Darêne

Gundek e li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ku kadrê naskirî yê PDKÎ Simayîl Şerîfzade li wir hate şehîdkirin.

Rûge

Rûgeh. Qible.

Neşmîl

Bedew û dilrevîn.

Stran

Lawje. Goranî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!