Dajgir
Dajgîr. Bêjing.
Şirnax
Hoz û bajarokek in li herêma Cizîrê û Botanê li Kurdistana Bakûr.
Pêşeng
Pêşrew.
Çepek
Kesê ku bi destê çep kar dike yan dinivîse. Gund an baxê dûrdest û dûr ji serê rê.
Erdena
Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne.
Xepar
Bijar. Xweşbûna zeviyê bo çandinê.
Ciwanmêrd
Ciwanmêr. Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Şamlû
Xelkê Şamê. Navê du gundên kevn bû li Şarezûrê ku piştre ketin jêr avê. Navê helbestvanekî navdar ê Fars e.
Firawîn
Firavîn. Xwarina danê nîvro.
Kewmal
Serûbinkirina malê û geriyana li pey tiştekî. (Hemûman “kewmal” kird, hîçman nedoziyewe, wate me mal hemû serûbin kir, lê me ti tiştek nedît).