Jînda
Vejîner.
Birûsk
Ronahî û berqa ewran digel girmîna ewran.
Awelan
Cihê ku av jê dizê û giya lê şîn dibe. Çiyayek e li pêşberî çiyayê Ajwan li Rojhilatê Kurdistanê.
Pajîne
Kepeka ard.
Waner
Xwîner.
Nadî
Cihê bêhnvedanê.
Qetare
Pile û paye. Qetareya fîşekan. Rêz. Qetareya siwaran. Rêza siwaran.
Lava
Bedew û li ber çav.
Kolkezêrîne
Keskesor. Bûka baranê.
Berze
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine, lê dewleta Beis Kurdên wir bo cihekî din dûr xistin û Ereb danîne cihên wan de.