Tûşiyar

Tîrêja rojê.

Şemal

Ew bayê ku ji başûr ber bi bakûr radibe.

Serkeş

Serkêş. Serberedayî. Yaxî. Firar. Çiyayek e li rexê Gêylanxerb li Kurdistanê.

Nemrût

Nemûrûd. Di zimanê Îbrî de tê wateya “bihêz”. Deshilatdarê herêmên Aşûr û Babil. Hindek dibêjin ew heman Gilgamîş e. Hindek dibêjin ew e ku hezretê Îbrahîm Xelîlulah avête nav agir de.

Bijwên

Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.

Dîber

Şîrove.

Gulbijêr

Gulçîn.

Qeman

Hişkbûna dara ter. Kaniyek e li ser kopîtka çiyayê Şinirwê li herêma Helebçeyê.

Çepek

Kesê ku bi destê çep kar dike yan dinivîse. Gund an baxê dûrdest û dûr ji serê rê.

Mercan

Kevirekî giranbuha ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!