Înana
Xwedayê eşqê.
Çîne
Rêzek ji dîwarê herî.
Berzîn
Kulavê ku di bin zîn û kurtanê de davêjin ser pişta hesp û keran.
Êrîş
Hêriş.
Şînwar
Warê ku şîn e. Warê ku şînikatî heye.
Zimzîran
Navê girekî ye li nêzî Serdeştê ku riya Mehabad-Serdeştê ji wir re derbas dibe. Dema kutan û mizdana tirî bo çêkirina sirke û şerabê.
Azo
Navê kevê yê çiyayê Sasonê ye li Bakûrê Kurdistanê.
Cembelî
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de.
Xêvet
Çadir. Kon. Xeyme.
Şareza
Beled. Zana di karûbaran de. Jidayîkbûyê şar (bajar).