Milema
Destavêtina li stûyê hevdu.
Rewak
Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê.
Dilxweş
Kesê dilê wî xweş be û jiyaneke baş û rihet hebe.
Pirpire
Pûlekên masiyan. Giyayeke şîn ê gelek nazik û ciwan e ku di nav bax û bêstanan de şîn dibe û rengê qola nokan dide, lê pelgên wê cuda ne û bo zikêşanê baş e.
Kaniyasîr
Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Bêrind
Bejnûbal.
Barîse
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.
Rexsan
Bixwe cîbicîbûn. Xobexo wedîhatin.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Zewar
Ziyaretker. Ewên ku diçin tewafa çak û pîran.