Kafa
Kiloxê serî. Pişta patikê. Cimcimeya serî.
Dilo
Kurtkiriya Dildar. Ey dil.
Şeyda
Şêda. Sergerdan. Kesê li ber evîndariyê dîn dibe.
Rojan
Pirjimara rojê. Ji cinsê rojê.
Giring
Binirx. Kar yan tiştê ku nirxa wê hebe. Bayexdar.
Herîr
Parçeyê reş. Navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Karîka
Jîr û peyt. Kara û karîger.
Hezîng
Peytbûn di kar de.
Ajak
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Weran
Beran. Nêrepez.