Gulxane
Meştel. Cihê ragirtina gulan. Camexane. Camxane.
Dilsoz
Dilsoj. Birehim. Dilovan.
Lazo
Ho lawo!. Ey ciwan!.
Vegêr
Kesê gotinan vedigêre.
Canyar
Mirovdost.
Zîwa
Guleke spî û bedew û bêhnxweş e. Zenbeq.
Keko
Kekê min. Birayê min.
Agirî
Çiyayê Agirî, çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye ku di nava sînorê Bakûrê Kurdistanê de ye. Bilindiya wî 5.137 mêtr e, û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye.
Bijar
Bijartî. Bijarde. Bijare.
Arîno
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk ew nav kiriye tirkî.