Hasê
Dibe ku ji navê Hesîbe hatibe wergirtin.
Şinyan
Rabûna bayê sibehê. Hejiyan li ber bayê. Pêkenîna zaroka sawa. Hêvîkirin.
Nebez
Kesê/a ku naveste û li ber xwe dide. Nevest.
Engore
Dema êvarê. Wê demê. Dema ku fêkî digihîjin û çêdibin.
Rûgul
Rûyê ku wek gulê be. Rûmetê (dêmê) wê wek gulê be.
Darêne
Gundek e li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ku kadrê naskirî yê PDKÎ Simayîl Şerîfzade li wir hate şehîdkirin.
Nerdîn
Nadir. Degmen. Destneketî. Kêmser.
Reda
Qayilbûn. Razîbûn.
Sermed
Hertim. Zû Zû. Zindî.
Rêwansa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.