Perkane
Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê. Serçinkirina (dîzayn û neqişandina) rûyê pêlavên ku dibêjnê “kilaş”.
Ciwanmêrd
Ciwanmêr. Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Zînko
Lûtkeya pêşê ya zînê hespan.
Tarû
Navê gulekî ye ku zêdetir li Hindustanê heye û navê wê yê zanistî “Colocasia esculenta” ye.
Semenbo
Bêhna wê wek bêhna semenê.
Çaçan
Navê leyîzeke zarokan e. Navê eşîreke Kurdan e.
Kolkezêrîne
Keskesor. Bûka baranê.
Zargeş
Qisexweş. Rûxweş.
Geşî
Rûmetgeş.
Rêkan
Gund û hozek in di navbera bajarê Amêdiyê û herêma Mêrgesor li Başûrê Kurdistanê.