Germîn
Sohbetên germ.
Zeynel
Erdê ku neft hebe. Gundek e li berê Mawet li Başûrê Kurdistanê.
Meran
Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.
Gulbuhar
Gula buharê.
Ad
Girav. Hişkatiya nav avê de. Hêz. Şiyan. Di serdemên kevn de navê Xwedayê “ba”yê bûye.
Xendan
Lêvkenî. Devkenî.
Rûgul
Rûyê ku wek gulê be. Rûmetê (dêmê) wê wek gulê be.
Xaldar
Mirovê xaldar. Navê gundekî ye li herêma Mukiryan li Rojhilatê Kurdistanê.
Soniya
Çiyayek e li Hewramanê li rexê gundê Şûşmê li Rojhilatê Kurdistanê.
Ala
Beydax. Perçem.