Çawşîn

Çavşîn. Çavê şîn.

Rihan

Rêyhan, Gulrihan. Giyayeke yeksalî ye ku pelgên wê wek biharat tê bikaranîn.

Mizgîn

Mujde. Mizgînî. Nûçe û peyameke dilxweşker.

Berxe

Amaje ye bi jin an keçên bedew û xwînşirîn.

Hawe

Bisûd. Behre. Bikarhatî.

Berdîl

Bedel. Guherîna tiştekî bi tiştekî din. Mal bi mal guherîn. Berxê nêr ê sê salî (Şek).

Şazad

Kurtkiriya şareza û şariza.

Wehran

Rojek e li her mehekê ji mehên ola Zerdeşt.

Hatan

Bext û şans.

Comerd

Mirovên destvekirî. Mirovên merd ku hertim dixwazin destê xelkê hejar re bigrin û alîkariya wan bikin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!