Xûnav
Şewnim. Aweng. Awing.
Jêder
Bingeh. Regeza peyvê.
Êlim
Navê girekî ye li rojavayê Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê.
Askol
Xezala piçûk û xweşkok.
Nakaw
Ji nişkê ve.
Awejê
Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.
Helîlan
Hozeke Kurd in ji tîreyên Piştko li herêma Loristanê.
Gilara
Bînahiya çav.
Jînko
Pirjimara peyva jîn an jiyan.
Salîn
Salane.