Ferwe
Paltoyê ji hiriya pez tê çêkirin.
Adiyaman
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Gulperwer
Baxewanê gulan.
Zimnay
Ezmûn. Taqîkirdnewe. Cerbandin. Testkirin.
Aqar
Şûn û cih. Cî û mesken. Derdor.
Kejan
Pirjimara peyva “kej”. Peyveke hewramî ye û tê wateya çiya.
Cigersoz
Cergsoz. Dilsoj. Dilovan.
Vajî
Berevajî. Serûbin.
Taraz
Navê kurdî yê gundekê bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Mercan
Giyandarê ku di nav avê de dijî, û moriyên bedew ji bo xişlên jinan jê çêdibin.