Derya

Behr. Zerya.

Orzan

Navê govendekê ye.

Rovîn

Viyana rojê. Hezkirin ji rojê.

Heras

Bêhnvedan. Pişû. Wiçan. Wek: Herasî lê hełgirtûm. Werez. Mandî. Bêzar wek: Herasanim. Tirs. Xof. Wek: (Hîç herasêkim lê niye).

Aşewav

Aşvan. Aşgêrr. Asyawan.

Kaşme

Giyayek e ku pelgên wê pan in û dolmeyan jê çêdikin.

Degmen

Kêmser. Bi zehmet tiştek ku peyda be.

Şewhewar

Şevbêrka li zozanan.

Tavge

Sûlav.

Ajo

Ajor. Ajotvan. Lêxorr. Jevbelabûna reh û rîşe. Bi zazakî wate şopandin. Peyva paşgir e wek (Germajo. Destajo. Meyajo).

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!