Belên
Peyman. Qewl û soz.
Guhêz
Veguhêz.
Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.
Arbako
Arbebako. Navê pehlewanekî bûye di serdema Madan de.
Berstûn
Kevirê stûnê.
Ararat
Gurrî û peşqela agir. Mezin û pîroz. Heman çiyayê Agirî ye.
Solîn
Zeviya kulîlkan.
Sahî
Sawên. Samal. Saw. Asîmanê sahî.
Gijnîj
Pincareke xweş e ku davêjin nav risq de jî.
Pesar
Nizar. Ew cihê çiya ku sîber heye, û ba û baran nagire. Stargeha nêçîrvanan.