Çawbelek
Çavbelek. Çavên belek.
Fermîn
Keremkirin. Gotin.
Nemrûd
Paşayê ku Hezretê Îbrahîm xiste nav agir de. Bajarekî kevn e li Başûrê Kurdistanê ku nemaye lê şûnwarên wê her mane. Çiyayek e li Bakûrê Kurdistanê ku şûnwarên kevn ên wek peykerê mirovan zêde hene.
Artmîs
Navê keça serdarê Gotî Utanûs bûye ku wek Xwedayê bedewiyê hatiye naskirin û jina Xeşayarşayê paşayê Mad bû.
Tirîfe
Ronahiya heyvê. Şewqa heyvê. Ew derd û nexweşiya ku hûyrêwiyê ajelan hişk dike.
Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.
Bestelek
Bestełok. Zivistan di meha Rêbendanê de. Dema sir û seqem û cemedê.
Pergul
Per wekî gulê.
Adan
Erdê bibereket.
Şemame
Şemamok. Fêkiyeke bêhnxweş e ku xalxal û piçûk e û rengê kalekan dide.