Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Aso
Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.
Sajîn
Xirûmir.
Viyana
Navê zozanekê ye li herêma Bîngolê. Navê rûbareke piçûk e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê. Rakêşer. Dilrevîn. Dilrifên.
Parastan
Gundek e li rexê Zimzîranê li herêma Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê.
Rêşeng
Navekî çêkirî ye ku wateya cihê pir ji bax dide.
Newîn
Çemînewe. Xwe çemandin.
Nalîn
Nalandin.
Hêmin
Hêdî. Aram. Ser hemdê xwe.
Anîsk
Henîsk. Dema kesek digel vê ku digrî îsk jî têne wî/wê.