Ahêr
Agir.
Koçber
Kesê ku neçar dibe mal û halê xwe bi cih bihêle û li cihekî din bijî. Penaber.
Sakaw
Navê kaniyekê ye di navbera Bîcat û Dîwandereyê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Çawgeş
Çavgeş. Çavên rohn û geş.
Erxewan
Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e.
Kewend
Çadir. Reşmal. Kon. Çadira ku ji tûkê hatibe çêkirin.
Arga
Agirdan. Awirge.
Xeyal
Bîr. Hizir.
Perwa
Tirs.
Şingie
Du aliyên darekî ku pêkve zeliqîbin.