Araste

Di farsî de wate xemilandin. Lê di kurdî de wateyeke din heye wek: Silavên xwe araste dikim. Wate Ez silavên xwe jê re dişînim.

Honiya

Xoniya. Di zaravayê pehlewî yan kelhorî de wateya xweş û awazê dide.

Nazgul

Wek gulê nazik.

Kewjîn

Bêzûkirdin. Ew uşiyê tirî ku bi darê ve hişk dibe û dimîne.

Baxan

Pirjimara peyva “bax” e. Gundek e li quntara çiyayê Garan li nêzî Merîwanê.

Zerîk

Zerîq. Tîrêja şefeqê.

Arîşe

Kêşe. Karê dijwar û bizehmet.

Behest

Serwext. Haydar. Hişyar. Wirya.

Şarîk

Kumdesmaleke jinan bû di zemanê berê de.

Firîşk

Peşkê avê. Pirîşk. Hêvinê penîr. Şîlawk. Şîlavk.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!