Zerrîne

Zêrîn. Ji zêrê çêkirî.

Asos

Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.

Serdar

Serwer, Mezin, Serok.

Gulxunçe

Kulîlka nîvepişkivî.

Nakaw

Ji nişkê ve.

Terçik

Keskatiya ter û taze. Keçên nazik û bedew.

Razdar

Kesê ku sirr û nihêniyan di dilê xwe de radigre û li ba ti kesî behs nake.

Lasame

Barana tund. Rêjnebaran.

Yaqût

Kevirekî sor ê giran û binirx e, ku bo nigîna gustîlkan û nîveka lîre û ... hwd bi kar tê.

Adad

Navê fermandarekî Loloyiyan û xelkê Babailê bûye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!