Mirot
Însaf. Encamdana karê rewa.
Ferman
Biryar. Destûr.
Tela
Zêr. Altûn.
Îsêwe
Navê gundekî ye li herêma Pişderê. Îna: Hîna. Anî.
Arzen
Gundek e di navbera Asiyawco û Nasirawa li herêma Dêgulan li Rojhilatê Kurdistanê.
Belên
Peyman. Qewl û soz.
Zagros
Zagros an çiyayên Zagrosê, navê rêzeçiyayê ku ji herêma Wanê - Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê re derbas dibe. Ji bakûr ve di destpêkê de di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî kendavê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya çiyayên Zagrosê 1500 km ye. Di rêzeçîyayê Zagrosê de gelek çiya hene.
Medhoş
Sergerdan. Naznavê helbestvanekî Kurd bûye li Başûrê Kurdistanê.
Xende
Kenî. Girnjijîn.
Diya
Dayîk. Daye. Dayîka … .