Gulçin
Gulçin. Guldirû. Hilbijarde. Taybetî.
Dalaho
Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.
Zêbar
Herêmek e li Başûrê Kurdistanê. Herêma ku qeraxa avê be. Navê hozekê ye ku di navbera Akrê û Zêyê Mezin de dijîn li Başûrê Kurdistanê.
Yesna
Yezne. Cejn. Beşek e ji beşa mezin a avestayê. Kitêba Zerdeşt a sirûdên ayînî.
Guljîn
Jiyana wî wek gulê. Terpoş û rêkûpêk.
Şîle
Şîreya gij û giya, û gul û daran. Şîreya hingvînê. Herwiha navê giyayekî ye ku di nav genim de şîn dibe, û “Zuwanşelmik” jî dibêjnê.
Tavge
Sûlav.
Aziya
Jîr. Zîrek. Peyt.
Selmas
Navê wê yê kevn Dîleman û Şapûr bûye. Li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Pîvok
Piyong. Pîvank.