Derîle
Deriyê piçûk. Gundekî nêzî gundê Binîder e li herêma Hewraman di navbera Sine û Merîwanê.
Mazîn
Gundek e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê.
Refke
Refik. Taqçe. Rife.
Sîpan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Sapîna
Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.
Garo
Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin.
Dilgerm
Kesê dilê wî xweş e. Dilê wî bi karekî germ e. Kesê hêvîdar.
Helgurd
Çiyayê Helgurd li Başûrê Kurdistanê.
Bakasiya
Navê bajarokekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin.
Hawkar
Hevkar. Alîkar. Hevşixul.