Destewar

Koşeke qirşikan bo şewatê.

Maral

Peyveke tirkî ye bi wateya zirav û nazik. Bedew.

Lazan

Pirjimara laz. Laz bi tenê du watayên wê hene: Şek û beranê çar salî, yan kurê genc û şoxûşeng. Lazan jî pirjimara wan peyvan e.

Koreng

Koma rengan. Hemû reng pêkve.

Jîno

Jîna nû. Xwediya jînê.

Sayek

Sêwer. Sêber. Sîber. Sî.

Şinyan

Rabûna bayê sibehê. Hejiyan li ber bayê. Pêkenîna zaroka sawa. Hêvîkirin.

Bejî

Dexlê dêm. Dahata dêmekar.

Kinê

Bejinkurt. Sernavê straneke kurdî a kurmancî ye.

Arbako

Arbebako. Navê pehlewanekî bûye di serdema Madan de.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!