Barîse
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.
Amokan
Gundek e li deşta Herîrê, li pişt Şeqlawe li Başûrê Kurdistanê.
Zadîn
Mirovê pîr û kamil. Jîr û dunyadîtî (Jineke zadîn û kamil).
Nayîser
Gundek e li nêzî bajarê Sine.
Rendê
Rindê. Keça jîr û peyt.
Canê
Ji peyva Can hatiye wergirtin wek hesta hezkirinê.
Asîde
Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.
Hejmet
Xefet. Keser.
Henav
Hinav. Hundir. Nav zik
Behare
Peydabûyî di demsala buharê de. Genimê buhare.